Li Erebistana Siûdî kevirên beriya 1700 salî hatin keşifkirin

hîn jî lêkolîn li ser wan tê kirin

Li Erebistana Siûdî ji hezarî zêdetir kevir hatin dîtin. Gelek ji wan beriya hezar û 700 salî çêbûne. Van kevirana ji bo zelalkirina dîroka koçberiya mirovatiyê wê gelek bi kêr werin.

Li geliyê Dabsayê ku li kêleka Behra Sor e, arkeologan keşfeke dîrokî kirin. Gor nivîsa ku di kovara Live Science derket, nêzê hezar heb kevirên ku salê wan ji milyonê zêdetir in hatin dîtin. Lêkolîner hêvîdar in ku van keviran di derbarê destpêka dîroka mirovatiyê û serdemên koçkirinê de agahiyên girîng bidin. Di nava kevirên ku hatine dîtin de hinek ji wan bi awayê amûran hatine bikaranîn.

Hin ji wan wek balte, hinek ji wan jî wek  serê tîran hatine bikaranîn. Ji zanîngeha Ingiltere Durham profesor Frederick Foulds serokatiya vê lêkolînê dike. Frederick Foulds di derbarê vê keşvê de anî ziman ku, ev keşif gelek girîng e. Lewra ev kevirana yek ji wan kevintirîn keşfên arkeolojiyê ye.