Bi porê xwe ket pirtûka rekoran a Guinnessê

xwedan dirêjtirîn porên cîhanê ye

Abril Lorenzatti ya 17 salî a arjantînî, bi dirêjahiya porê xwe ya metroyek û 52 santîman ve qehramana çîrokan Rapunzelê bi bîr dixe.

Lorenzattiyê bi saya dirêjahiya porê xwe ket pirtûka rekoran a Guinnessê.

Tu zarokên keç tunene ku xwe wek keybanûyekê xeyal nekin.

Çîroka porê Lorenzattiyê jî li kuaforê bi tiştê ku hat serê wê ve dest pê kir. Lorenzattiya ku 10 sal berê kurtkirina porê xwe a li kuafor neeciband, biryar da ku nema biçe kuafor.

Keça 17 salî ji wê rojê de nema porê xwe kûrt kir û her ku çû porê wê dirêj bû. Her wiha dirêjahiya porê Lorenzattiya Arjantînî gîhaşt metroyek û 52 santîman û wek keçka xwedî porê herî dirêj ket Pirtûka Reqoran a Guinnessê.