Oral Çalişlar: Divê êdî Tirkiye hebûna kurdan qebûl bike

nivîskarê Tirk dibêje lazime Tirkiye mafên Kurdan qebûl bike
کوردستان TV
100%

Rojnamevan û nivîskarê tirk Oral Çalişlar piştî zîrweya sêalî ya Soçiya Rûsyayê ku ji aliyê Pûtîn, Rûhanî û Erdogan ve hat lidarxistin encamên civînê û mijara kurdên Rojava ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

Nivîskar Oral Çalişlar di axaftina xwe de got: "Hê encamên civînê baş zelal nebûne û em nizanin bê çi hat axaftin. Lewma niha em nikarin bêjin bê Tirkiye çi qezenç kir û kurdan çi winda kir.

Lê li gorî min tiştê rast ev e ku divê êdî Tirkiye kurdan wekî tehdîd nebîne.

Ev nêrîn zirareke pir mezin dide Tirkiyeyê. Em dibînin ji bo ku Tirkiye nikare xwe ji vê nêrînê xelas bike, bi Beşar Esad re hatiye noqteyeke lihevkirinê."

Çalişlar di berdewamiya axaftina xwe de got: " Niha Tirkiye bi Esad re hatiye noqteya tifaqê. Ti îtîrazeke min ji vê tifaqê re tineye, lê di encamê de tehdîd dîtina kurdan mixabin burokrasiya dewletê li herêmê lawaz, manevraya wê siyasî qels û bandora wê pir kêm dike.

Eger di zîrweya Soçiyê de Tirkiyeyê qezencek bi dest nexistibe jî ji ber van sedemên ku behs kir e. Divê Tirkiye êdî vê tirsa hebûna kurdan ji ser xwe bavîne."

Nivîskar Çalişlar di dirêjiya axaftina xwe de îhtîmala operasyona Efrînê jî nirxand û got: "Li gorî baweriya min di zîrweya sêalî ya Soçiyê de erêkirina operasyona Efrînê derneketiye.

Dibe meseleya Efrînê bi şêweyê ku têkeve bin kontrola Tirkiye an jî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û beramberî vê jî Tirkiye hebûna PYDê qebûl bike hatibe axaftin. Ji encam û daxuyaniyên civînê portreyekî wiha derdike pêş."

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.