Firaksiyona PDK: Mimkune ji prosesa siyasiya Îraqê vekêşin
14/11/2017 - 18:00
Serokê firaksiyona PDKê li parlementoya Îraqê Erefat Kerem diyar kir ku mimkune firaksiyona PDKê jiber rewşa heyî û kiriyarên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê, ji prosesa siyasiya Îraqê vekêşin.
Erefat Kerem herwiha diyar kir ku ev demêke parlemen û hikûmeta Bexdayê biryarên gelek xirab li dijî gelê Kurdistanê didin û ev biryarên han jî niyet û mebesta wan ya li hember gelê Kurdistanê dide eşkere kirin û eger Bexda bi vê rengî berdewam be û ti gavek ji wan zêdegavên xwe paşve navêje, emê biryara vekêşînê ji prosesa siyasiya Îraqê bidin.
- Log in to post comments