PDK: Fraksiyonên Kurdistanî navegerin Bexdayê

parlementerên Kurd venagerên parlementoya Îraqê
کوردستان TV
100%

 

 

Heta giftûgo destpê nekin fraksiyonên Kurdistanê nawegerin Bexda.

Berdevkê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Dr. Mihemed Elî amaje bi vê yekê dike ku biryar hatiye dayîn ku li gel çûna şanda Kurdistanê bo Bexda nûnertiya parlamentoya Kurdistanê jî li gel şandê be û got: ‘’Li ser gelek rehendan axaftin û gotûbêj dê bê kirin û yek ji wan jî wegera fraksiyonan bo Bexda ye.’’

Dr. Mihemed Elî ragehand ku  biryar hatiye dayîn nûnerê parlamentoya Kurdistanê li gel wê şanda hikûmetê be ku diçe Bexda, bo ku agahdar be li gotûbêjên Bexda û herêma Kurdistanê.

Duh jî di civîna fraksiyonên parlamentoya Kurdistanê biryar hate dayîn û biryare li ser hin pirsên giring li gel Bexdayê em gotûbêjê bikin.

Bi taybet wegera fraksiyonên Kurdistanê bo Bexda û bê gotûbêj em nawegerin û divê pêşwext di vê derbarê de guftûgo bên kirin.’’

Herwaha got: ‘’Baweriya siyasî dinavbera Hewlêr û Bexda de nemaye û divê guftûgo cidî li ser wegerandina baweriyê bên kirin.’’

Partiya Demokrat a Kurdistanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.