Li şampiyoniya FIA ya Ralliyê helîkopter ket

li Raliya FIFAê kopterek ket û kesek mir

 

Di Şampiyonaya Ralliyê ya Cîhanê de, ku li Letonyayê bi rêve diçe, helîkoptereke aîdê Federasyona Sporên Motorê ya Navneteweyî ket.

Li Letonyayê di pêşbirka şampiyonî ya Ralliya Ewropa ya Federasyona Werzişên Motorê ya Navneteweyî (FIA) de helîkopter ket. Di encama qezayê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di roja dawî ya pêşbirka şampiyonî ya Ralliya Ewropa ya Federasyona Werzişên Motorê ya Navneteweyî (FIA) de helîkoptereke sivîl ket.

Li gorî daxuyaniyên berdevkê Serwîsa Tendûristiyê (NMPD) di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û her wiha 1 jê bi giranî, bi tevahî 2 kes jî birîndar bûne. Li ser bûyerê sê ekîbên tenduristiyê xebatên xwe bênavber didomînin.