Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê di 25ê Îlonê de dîrokek nû tomar dike

peyama Serok Barzanî derbarê serxwebûnê de

 

 

Serok Barzanî dibêje gelê Kurdistanê dest bi şoreşa belê bo serxwebûnê destpê kiriye.

Serok Barzanî bi minasebeta 56mîn salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê peyamek pêşkêşî kir ku ew jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê bexşende û mihriban

Îro 56mîn salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê ye, şoreşek ku îradeya jixwe bawerbûn û îrade di dilê her takekî Kurdistanê de çê kir. Îsal di demekî de ew salvegera han bibîr tînin ku tenê du hefte maye daku gelê me biryara xwe bo serbestî û azadî ji tevahiya cîhanê re ragehîne û mizgînî bide şoreşa Îlon û tevahiya şoreş û berxwedanên din yên gelê me û dest bi hêlbirîna berhemên tevahiya ew qurbanîdan û berxwedanan bike.

Gelê Kurdistanê şoreşa belê bo serxwebûnê destpê kiriye û di roja 25ê Îlonê de dîrokek nû tomar dike. Şoreşa Îlon û tevahiya şoreş û berxwedanên din yên gelê me bo azadî û serxwebûnê bûne lewre nabe xwîna paqêj ya zarokên gelê me yaku bi naheq hatiye rijandin bêyî encam be.

Lazime cîhan gohê xwe bide degnê azadîxwazî y a gelê Kurdistanê, lazima qêrîna 182 hezar enfalkiriyên Kurdistanê di nava navendên biryarên cîhanî de were bihîstin.

Lazime gohê ji dengê 5 hezar şehîdên Helebce û bi dehan hezar birîndarên Helebceyê were girtin, lazime cîhan gohê bide qêrîn û hawara 8 hezar enfalkiriyên Barzanî û 12 hezar ciwanên wendakirî yên Feylî.

Dengê şehîd û kesûkarên wan dibe erê bo serbixweyî û di roja 25ê Îlonê de li deriya wêcdana tevahiya cîhanê dide.

Di bîranîna şoreşa mezin ya Îlonê de silav ji canê paqêj yê tevahiya şehîdên rêya azadiya gelê Kurdistanê dinirin, silav bo pêşmergeyên qehreman û silav bo gelê berxwedêr yê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

10 Îlona 2017