Xamneyî: Amerîka êrîşî ser Îran nake

dibêje emê li ber xwe bidin

Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê di civîneke xwe ya li gel Fermandarê leşkerî yên Îranê de diyar kiriye ku Amerîka bi ti awayî êrîşeke leşkerî li dijî Îranê lidar naxe.

Xamneyê diyar kiriye ku Amerîka naxwaze li dijî Îranê dest bi şereke giran ya leşkerî bike lê dixwaze di warê abûrî de şer li gel Îranê bike lewre lazime xelkê Îranê jî serî li hember gef û êrîşên abûrî yên Amerîkayê netewîne û berxwedana xwe bidomîne.

Xamneyî herwiha eşkere kiriye ku Îran jî naxwaze şer bike lêbelê eger êrîş were kirin vê gelê Îranê ber xwe bide û heta dorpêçên abûrî yên li ser Îranê bidomin Îran li gel Amerîkayê danûstandinan nake.

 

بابه‌ته‌ پەیوەندیداره‌كان

نوێترین ڤیدیۆ

COVID-19
تووشبووان
58,277
گیان له‌ده‌ستدان
2,060
چاکبوونەوە
35,899
تووشبووان
413,215
گیان له‌ده‌ستدان
10,021
چاکبوونەوە
347,396
تووشبوون
38,480,205
گیان له‌ده‌ستدان
1,092,586
چاکبوونەوە
28,923,379