Şerê Îdlibê û hevsengiyên nû yên siyasî û leşkerî

vê di dawiya şer de peymana Adanayê jî were hilweşandin û rêya destwerdaniya Tirkiyeyê were girtin.
Thumbnail

Şer û pevçûnên heyî yên li Îdlibê dom dikin, artêşa Sûriyeyê bi piştîvaniya Rûsyeyê şerê dijî cîhadiyan û artêşa Tirkiyeyê didomîne.

Artêşa Sûriyeyê piştî kontrol kirina rêya M5 karî Heleb û derdorê Helebê jî bi temamî kontrol bike û niha berê xwe daye rêya M4 û dixwaze vê devera han jî bi temamî kontrol bike.

Di çarçoveya pêşrewiyên vê dawiyê ku di meha Sibatê de ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatine tomarkirin, zêdetir ji 8 xalên çavdêriya leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê ku bi mebesta hevkarî kirina cîhadiyan li deverê de hatibûn avakirin, ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin û herwiha heta niha zêdetir ji 17 leşkerên Tirk hatine kuştin û zêdetir ji 25 leşkerên din yên Tirk jî birîndar bûne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan beriya niha gotibû eger heta dawiya Sibatê artêşa Sûriyeyê bo derveya sînorên deverên ku xalên me yên leşkerî têdene nevekêşe vê demê bi zorê artêşa Sûriyeyê ji deverê derbixin.

Li hember de Rûsye jî huşdariya dide Tirkiyeyê û asmana Sûriyeyê jî bo balefirên Tirkiyeyê daxistiye.

Tirkiye û Rûsye ku demek bû weke hevpeyman li Sûriyeyê tevdigeriyan û du welatên garantor yên pêvajoya Astana û Soçî bûn niha hatine hember hev û Rûsye Tirkiye bi cîhbicîh nekirina rêkeftina Soçî û herwiha piştgîrî kirin ji cîhadiyan tawanbar dike.

Rûsye herî dawî tişta ku heta niha bi eşkere ne digot, bi eşkere ji Tirkiyeyê re got û ragihand ku lazime terorîst û cîhadî li Sûriyeyê nemînin û artêşa Tirkiyeyê jî ji Sûriyeyê vekêşe. Lê li hember de Erdogan jî tekez li ser vê yekê dike ku bi ti awayî ji axa Sûriyeyê der nakeve. Gotinên Erdogan ev yek îsbat dikin ku armanca Tirkiyeyê ne parastina xelkê medenî belku dagîr kirina axa Sûriyeyê ye. Rûsye ku di wan demên dawî de bi vê yekê hesiyaye, bi her awayî piştgîriya artêşa Esed dike daku Tirkiye û cîhadiyan di nava axa xwe de der bixe.

Her çend tê gotin ku şerê li Îdlibê şerê artêşa Sûriyeyê li dijî cîhadiyane, lê di rastiya xwe de ev şerê han şerê navbera Rûsye û Tirkiyeyê ye.

Di çarçoveya rêkeftina Soçî de Tirkiye soz dabû daku cîhadiyan ji opozîsyona lîberal cuda bike û deverên bêşer pêk bîne, lêbelê Rûsye bi belgeyan eşkere kiriye ku Tirkiye ne tenê ev yek cîhbicîh nekiriye belku berdewam hevkariya locistîkî pêşkêşî cîhadiyan kiriye û cîhadî bihêztir kiriye û êrîşên cîhadiyan jî zêdetir bûne.

Herî dawî Rûsye ev yek eşkere kir ku mebesta Tirkiyeyê dagîrkirina axa Sûriyeyê ye jiber vê yekê hêzên xwe yên leşkerî li deverê zêdetir dike û em vê yekê qebûl nakin.

Ev çend care civînên berfire di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de tên lidarxistin lêbelê ti encameke wan civînan tuneye. Erdogan beriya 10 rojan behsa lidar xisitna civîneke çar alî di navbera Rûsye, Tirkiye, Almanya û Franseyê de kiribû, lêbelê Rûsye ev yek red dike û Rûsye naxwaze ti welatekî Ewrûpî destwerdanî rewşa Sûriyeyê bike, lê Erdogan dixwaze welatên Ewrûpî tevlî kêşeyên Sûriyeyê bike daku di dawî de bi hinceta pêşî girtin ji çûna koçber û penaberan bo Ewrûpayê piştgîriya pilanên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bikin, Rûsye bi her awayî li dijî vê pilana Erdogane, lewre Rûsye eşkere kiriye ku civîna çar alî nabe û ti amadekariyeke Rûsyeyê bo civîna navbera Putîn û Erdogan jî tuneye, lê hîn Tirkiye dibêje vê Putin û Erdogan bicivin.

Şerê Îdlibê derfetek bo Amerîkayê çê kiriye daku Tirkiyeya ku beriya niha hevpeymanê Amerîkayê bû lê pişt re ji Amerîkayê dûr ket û bû hevpeymanê Rûsyeyê, ji Rûsyeyê dûr bixe.

Amerîka bi soz û gotinan dibêje emê li cem Tirkiyeyê dibin di şerê Îdlibê de, lê di warê piratîkî de Amerîka bi ti awayî ne amadeye hevkariya Tirkiyeyê bike, mînak ev çend care Tirkiye ku beriya niha bo xwe parastin li Amerîkayê pergala berevaniya mûşekî ya S400 ji Rûsyeyê kirî bû, niha bo xwe parastin li hember Rûsyeyê daxwaz ji Amerîkayê dike daku pergala berevaniya mûşekî ya Patriot li Tirkiyeyê bicîh bike, lê Amerîka ev daxwaza han red dike.

Yekem hevsengî ku jiber şerê Îdlibê hat guhertin, hevsengiya navbera Tirkiye û Rûsyeyê bû, Tirkiye û Rûsye garantorên pêvajoya Astana bûn, têkiliyên wan yên steratejîkî gelek bihêz bibûn, û Tirkiye li dijî Amerîkayê xwe gelek zêdetir nêzî Rûsyeyê kiribû, lê niha ev yek beruvajî bûye û vê carê jî Amerîka weke berê giringî bi Tirkiyeyê nade, jiber ku dizane xelayên Erdogan çine û armancên Tirkiyeyê bo bihêztir kirina cîhadiyan û îslama siyasî ya radîkal li deverê de çine.

Hevsengiyeke din yaku jiber şerê Îdlibê were guhertin, hevsengiya navbera Amerîka, Rûsye û Kurdaye, jiber şerê Îdlibê vê Rûsye û Sûriye li hember Tirkiyeyê giringiyeke zêdetir bi hêzên Kurdî bidin, li hember de jî Amerîka ku ji destpêkê ve hate niha li gel hêzên Kurdî hevpeyman bûye û gelek baweriya xwe bi hêzên Kurdî tîne, bo ku hêzên Kurdî ji dest nede û hêzên Kurdî nêzî Rûsye û Sûriyeyê nebin, vê têkiliyên xwe li gel wan hêzan zêdetir û bihêztir bike.

Hevsengiya sêsiyan ku vê were guhertin, pêgeha Tirkiyeyê û rêkeftina Adanayê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê deye, rejîma Sûriye û Rûsye li ser der kirina Tirkiye û cîhadiyan li ser axa Sûriyeyê bi îsrarin û bo vê mebestê jî çi ji destê wan tê dikin. Piştî kontrol kirina Îdlibê vê dora Efrîn, Bab, Cerablus û deverên din yên dagîr kirî were, rejîma sûriyeyê bi hevkariya Rûsyeyê vê cîhadî û artêşa Tirkiyeyê ji wan deveran jî der bixe û piştî bi dawî hatina prosesa derxistinê vê rejîma Sûriyeyê bi fermana Rûsyeyê rêkeftina Adanayê li gel Tirkiyeyê hilweşîne û rê liber destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Sûriyeyê de bigire.

Herwiha şerê Îdlibê bandore xwe jî li ser rewşa Lîbyayê dike, Rûsye ku li Îdlibê şerê Tirkiyeyê dike, bi belgeyan eşkere kiriye ku Tirkiye cîhadiyên li Sûriyeyê veguhastiye Lîbyayê, Rûsye li Lîbya jî di eniya dijî Tirkiyeyê de cîh digire, jiber vê çendê Rûsye li Lîbya jî hevkariyên xwe yên leşkerî bo xelîfe Xefterê ku dijî Feyaz Seracê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştîvanîkirin, zêdetir bike.

Şerê Îdlibê dîsa nakokiyên navbera Tirkiye û NATOê jî zêdetir bike, jiber ku Tirkiye dixwest bi piştîvaniya NATOyê şerê Îdlibê bide destpêkirin daku devereke zêdetir dagîr bike, lêbelê NATO bi eşkere bersifa Tirkiyeyê da ku got: Em nikarin madeya 5 ya peymana NATOyê bo Îdlibê cîhbicîh bikin jiber ku Tirkiye êrîş dike û di dema êrîş kirinê de jî ev made nayê cîhbicîhkirin û madeya 5 tenê di dema ku welateke endamên NATOyê rastî êrîşî were tê cîhbicîhkirin.

Niha li Sûriyeyê Tirkiye û cîhadî bi tenê mane, pereyên wan jî ji Qeterê tên û hin çavkaniyên dîplomatîkî jî behsa vê yekê dikin ku Rûsye zextan li Qeterê dike daku pere nede Tirkiye û cîhadiyan, jiber vê yekê mimkune Qeter guhdariya Rûsyeyê bike û ev jî pişt li Tirkiye û cîhadiyan bike.

Di encam de şerê Îdlibê û serkeftina Sûriye û Rûsyeyê li hember Tirkiye û cîhadiyan, dibe sedema derxistina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û bi dawî hatina xelayên Erdogan yên bo ava kirina xelafeta nû ya xwe û ev yek jî vê bandoreke gelek mezin li Lîbyayê bike û li Lîbya jî dawî bi xelaya Erdogan ya bo bûn bi Serokê komela Exwan Musilêmîn bihîne. Di dawiya dawî de jî ev yek bandoreke gelek mezin di asta siyaseta navxwe ya Tirkiyeyê de li ser Erdogan bike û destê vî gelekî lawaz bike.

Erdelan Goran