14 pêgehên DIŞIê hatin wêran kirin

dibêje operasiyon berdewam dibe.

Wezareta pêşmerge derbarê operasiyonê de daxuyanî da.

Piştî ku îro hêzên pêşmerge li 5 aliyan ve dest bi operasiyoneke berfire li dijî terorîstên DIŞIê kirin, wezareta pêşmerge jî derbarê operasiyonê de daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.

Di daxuyaniya wezareta pêşmerge de hatiye diyarkirin ku îro danê sibê hêzên pêşmerge bi hemahengiya artêşa Îraqê ji 5 eniyan ve êrîşî dijî DIŞIê dane destpêkirin û di encama operasiyona han de herî kêm 14 pêgehên terorîstên DIŞIê hatine wêrankirin û jinavbirin.

Wezareta pêşmerge diyar kiriye ku operasiyon bi başî dimeşe û berdewam dibe.

N: E. G