Îsraîl bendera Laziqiyeyê bordiman kir

cîhên girîng yên bazirganî rastî zirarên mezin hatine.

Zirarên gelek mezin ber benderê ketine.

Çapemeniya rejîma Sûriyeyê belav kir ku, îro sêşem danê sibê balefirên şer yên Îsraîlê çend êrîşên esmanî bo ser dezgehên girîng yên Sûriyeyê pêk anîne.

Di nûçeya çapemeniya Sûriyeyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku balefirên Îsraîlê îro danê sibê bendera Laziqiyeyê bi dijwarî bordiman kirine û çend mûşek ber cîhên girîng  yên bazirganî li vê benderê ketine û zirarên gelek mezin yên madî jî çê bûne.

Ji aliyê xwe ve ajansa nûçeyan ya Sûriyeyê SANA diyar kiriye ku sîstema berevaniya mûşekî ya Sûrî kariye li esmanê çend mûşekan pûç bike.

N: E. G