Sîrwan Barzanî: Pêşmerge li gundê Lêhbanê hate bicîhkirin.

duhê bişev jiber êrîşên terorîstan hatibû valakirin.

Duhê bişev terorîstên DIŞIê êrîşî ser vê gundê kiribûn.

Piştî ku îro danê sibê hêzên pêşmerge li gundê Lêhban ya ser bi nahiyeya Sergeran ya Kerkûkê bicîh bû, Fermandarê hêzên pêşmerge li mihwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî di vê derbarê de ragihand ku hêzên pêşmerge bi hemahengî li gel artêşa Îraqê li gundê Lêhbanê bicîh bûne.

Sîrwan Barzanî eşkere kiriye ku piştî bicîh bûna hêzên pêşmerge li wan deveran, vê şêniyên tevahiya wan deveran parastî bin û terorîstên DIŞIê jî nikaribin êrîşî ser wan bikin.

Herwiha îro li ser fermana Serok Barzanî hêzên pêşmerge çûne gundê Lêhanê ku duhê bişev jiber êrîşên terorîstên DIŞIê hatibû valakirin.

N: E. G