Fenlandiya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

behsa girîngiya hemahengiya cîhanî ya dijî DIŞIê hate kirin.

Serokwezîr li gel balyozê Fenlandayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Fenlandayê yê li Îraqê Matti Lassila kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya Îraqê û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Fenlandayê hate kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Fenlandayê kir ku, di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DIŞIê de, hevkariya hêzên pêşmerge kiriye bi taybetî di warê perwerdehiya leşkerî de, û tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime hevkarî û hemahengiya civaka cîhanî ya li dijî terorîstên DIŞIê bi taybetî li deverê Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê were bihêztir û berfiretirkirin.

Balyozê Fenlandayê hevdem li gel nirxandina rola erênî ya diyasporaya Kurdî li vê welatî, xwesteka welatê xwe jî ya bo berfiretir û bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê û Îraqê bi taybetî di warê bazirganî û abûrî de diyar kir.

N: E. G