Çekdarên Îranî çek û cebelxaneyên xwe vediguhezên

piraniya wan mûşekan ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin.

Ditirisên ku êrîşî ser wan were kirin.

Navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn ragihand ku çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê dest kirine bi veguhastina çek û cebelxaneyên xwe li hin deverên Sûriyeyê bo deverên din.

SOHR diyar kiriye ku çekdarên ser bi Îranê yên li Sûriyeyê ji tirisa ku êrîşî ser wan tê kirin, çek û cebelxaneyên xwe ku piraniya wan mûşekin û ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin ji gundewarên Dêra Zorê bo deştayiya Reqayê vediguhêzin.

Navendê diyar kiriye ku çek û mûşekên Îranî ji aliyê wan çekdaran ve li herêma Medan li deşta Reqayê hatine bicîhkirin.

N: E. G