Li Bexdayê dîsa xwepîşandane

dixwazin derbasî navçeya kesk bibin.

Berbestên ber navçeya kesk hatin şewitandin

Endam û alîgirên aliyên şikestxwarî yên şîe di hilbijartinên Îraqê de, berdewamin li ser xwepîşandinên xwe yên li dijî encamên hilbijartinan.

Îro dîsa endam û alîgirên wan aliyan bi organîzatoriya wan aliyên siyasî, li berdem navçeya kesk ya li Bexdayê xwepîşandan kirin û berbestên ber navçeya kesk şewitandin û xwestin derbasî navçeya kesk bibin lê hêzên ewlekarî pêşiya wan girtin û xwepîşandan hîn jî berdewame.

N: E. G