Xwepîşandanên dijî Erdogan destpê kirin

buhayê lîreya Tirkî her diçe kêmtir dibe.

Xelk jiber qirîza darayî daxwaza hilweşandina hikûmetê dike.

Qirîza abûrî ya li Tirkiyeyê, giranî û bêkar berdewamin û rixmî wan qirîzan jî lîreya Tirkî her ku diçe zêdetir buhayê xwe ji dest dide.

Duhê piştî ku buhayê dolar li hember lîreya Tirkî gehêşte asta 13 lîreyan, li Enqere, Îstenbûl û çend bajarên din yên mezin yên Tirkiyeyê xelk dest bi xwepîşandanan kir û daxwaza hilweşandina hikûmeta Erdogan kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan berdewame li ser siyasetên xwe yên abûrî û xelk û pispor jî behsa vê yekê dikin ku ev siyasetên han şaşin û jiber wan siyasetaye ku Tirkiye rastî qirîza mezin ya abûrî hatiye.

Xelk daxwaz dike ku hikûmet were hilweşandin û hikûmeteke nû were avakirin.

Li gel xwepîşandanên xelkê, opozîsyona Tirkiyeyê jî daxwaza hilbijartinên pêşwext dike.

N: E. G