28 kesên din canê xwe ji dest dan

hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 560 welatiyên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 223 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 211 berketiyên berê baş bûne û 28 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G