Tirkiye: Me sîxorên Îsraîlê girtin

dibêje piraniya wan welatiyên Erebin.

Dibêje bo dezgeha îstîxbarata Îsraîlê kar kirine.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, îstîxbarata Tirkiyeyê ( Mît) li çar bajarên Tirkiyeyê li dijî dezgeha îstîxbarata Îsraîlê, operasiyon kiriye.

Çapemeniya Tirkiyeyê diyar kiriye ku di encama operasiyona han de 15 kes ku kar bo dezgeha îstîxbaratê ya Îsraîlê kirine hatine girtin.

Mît eşkere kiriye ku ev 15 kesên han di çarçoveya 5 tîmên 3ê kesî de kar kirine û piraniya wan jî welatiyên Erebin.

N: E. G