Tirkiye li ser aramiya deverê metirsiyeke mezine

dibêjin Tirkiye berdewame li ser çê kirina aloziyan li deverê de.

Sê welatên deverê daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

Di çarçoveya 9mîn civîna hevbeş ya di navbera Qibrisa Başûr, Yûnan û Misirê de, Serokên wan her sê welatan duhê li Yûnanê civiyan.

Piştî civînê, daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin û di nava daxyaniya han de hatiye diyarkirin ku ew her sê welat tekez li ser berfirtir kirina têkiliyên pir alî yên di navbera xwe de û karên hevbeş kirine.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku hebûna Tirkiyeyê û siyasetên ku Tirkiye li Rojhilatê behra spî cîhbicîh dike, gefeke gelek mezin û metirsîdarin li ser rewşa deverê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku Tirkiye berdewame li ser  çê kirina kêşe û aloziyan li deverê de û Tirkiye gefeke mezin û metirsîdare li ser aramiya welatên deverê.

N: E. G