Rûsye xaleke leşkerî ya Tirkiyeyê bordiman kir

derbarê zirarên bordimanê de zaniyarî nehatine bidestxistin.

Ev xala leşkerî li çiyayê Zawiyeye.

Aloziyên heyî yên li Îdlibê gortir dibin û îro dîsa balefirên Rûsyeyê çend êrîşên asmanî bo ser komên cîhadî yên girêdayî Tirkiyeyê pêk anîn.

Li gor jêderên herêmî, îro balefirên şer yên Rûsyeyê li derdorê çiyayê Zawiye ya li Başûrê Îdlibê, êrîşî ser pêgehên komên cîhadî kirine û xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê jî hatiye bordimankirin.

Herwiha hate zanîn ku balefirên Rûsî bi tundî pêgehên komên cîhadî yên ku gelek nêzî navendên leşkerî yên Tirkiyeyê ne bordiman kirine.

Heta niha derbarê zirarên bordimanê han de ti zaniyarî nehatine  belavkirin.

N: E. G