Êrîşî ser karwaneke hevpeymanan hate kirin

ti aliyek berpirsiyartiya êrîşê nexistiye ser xwe.

Li Başûrê Îraqê êrîş pêk hatiye.

Çapemeniya Îraqê ragihand ku berbanga îro sêşem li parêzgeha Zîqarê êrîşî ser karwaneke hêzên hevpeymanan hatiye kirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku, teqîn bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye û bombeya vedayî dema derbasbûna karwaneke veguhastina locistîkî ya hevpeymanan, hatiye teqandin.

Ti zirarên canî û madî li pey teqînê nebûne û ti aliyek jî berpirsiyartiya êrîşê nexistiye ser xwe.

N: E. G