22 berbijêr hatine durxistin

pêbendî şîret û zagonan nebûne.

Jiber binpê kirinan ji aliyê komîsyonê ve hatine dûrxistin.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê ragihand ku di wan demên dawî de 14 berbijêrên din yên ku xwe bo hilbijartinên parlementoyê berbijêr kiribû, dûr xistiye.

Komîsyonê eşkere kiriye ku sedemên dûrxistina wan berbijêran, pêbend nebûna wane bi şîrt û zagonên komîsyonê.

Beriya niha komîsyonê 8 berbijêrên din dûr xistibû û bi vê awayî heta niha bi giştî 22 berbijêr ji aliyê komîsyonê ve hatine dûrxistin.

Weke tê zanîn duhê dengdana taybet hatibû kirin û biryare sibê jî dengdana giştî were kirin.

N: E. G