Li Mûşê 15 roje qedexe heye

kesên pêbendî biryarê nebin tên cezakirin.

Walîtiya Mûşê dibêje bo aramiya deverê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniyeke walîtiya Mûşê li Bakûrê Kurdistanê, bo pêşî girtin ji hin bûyerên nexwestî yên ku bandorê li ser rewşa deverê dikin û bo parastina aramiya deverê biryara ragihandina qedexeyê dane.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bo 15 rojan li darxistine her cure merasîm, aheng, çalakiyên girseyî anjî girev girtinê qedexene û kesên ku pêbendî biryarê nebin vê werin cezakirin.

Weke tê zanîn piştî bûyerên 15ê Tîrmeha 2015an heta niha li bajar û bajarokên bakûrê Kurdistanê bi hincetên curbicur qedexe tê ragihandin û qedexe kirin jî berdewame.

N: E. G