Erdogan dest bi amadekariyan kiriye

pispor jî dibêjin jibo dengên dengderên Kurd vê yekê dike.

Dixwaze proseseke nû bide destpêkirin.

Rojnamevan û Nivîskarê rojnameya Cimhurriyet ya Tirkî, Tuncay Mollaveisoğlu di babeteke ku îro belav kiriye behsa hebûna amadekariyên Serokê AKP Receb Teyyib Erdogan bo destpê kirina proseseke nû ya çareseriyê û aştiyê li Tirkiyeyê kiriye.

Nivîskar nivîsandiye: Dema Erdogan di 9ê Tîrmehê de çû Diyarberkirê encamên rapirsiyekê jê re hatin nîşandan û encamên rapirsiyê jî Erdogan dilxweş kirine.

Erdogan li Diyarbekirê gotibû ku AKP dest bi prosesa aştî û çareseriyê kir lê HDP û PKK proses têkbirin.

Nivîskar herwiha nivîsandiye: Niha Serokê AKP û Serokkomarê Tirkiyeyê dest bi amadekariyên din bo amadekirina pakêceke nû bo çareserî û aştiyê kiriye .

Ji aliyeke din ve hin pispor qala vê yekê dikin ku dengên AKP û MHPê gelek dabezîne û Erdogan dihizre ku bo bidest xistina dengên dengderên Kurd bi taybetî yên HDPê, weke carên berê dîsa dest bi proseseke nû bike lê piştî hilbijartinê vê dîsa dawî bi prosesê bîne.

N: E. G