Kongresa Amerîkayê jî huşdarî dide Tirkiyeyê

Amerîka dibêje dorpêçên dijwar bixe ser Tirkiyeyê.

Duhê jî wezareta derve huşdarî dabû Tirkiyeyê.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihandibû ku vê Tirkiye karwana duyem sîstema berevanî ya mûşekî ya S400 ji Rûsyeyê distîne, Amerîka jî  dest bi hayedar kirina Tirkiyeyê kir.

Di vê çarçoveyê de îro Serokê komîteya têkiliyên derve ya kongresa Amerîkayê Bob Menendez ragihand ku helwesta Amerîkayê li ser vê mijarê zelale û Amerîka siyaseta xwe neguhertiye.

Bob Menendez herwiha diyar kir ku, beriya niha jiber kirîna karwana yekem ya S400 an di çarçoveya zagona CAATSA yê de Amerîka dorpêç danîbû ser Tirkiyeyê û eger Tirkiye gaveke din bi vê rengî bavêje vê Amerîka û kongresa Amerîkayê dorpêçên zêdetir li ser Tirkiyeyê deynin.

Zagona CAATSA taybete bi ceza kirina neyarên Amerîkayê bi rêya dorpêçan, di serdema Donald Trump de Amerîka di vê çarçoveya vê zagonê de dorpêç danîbû ser Tirkiyeyê.

Weke tê zanîn duhê jî wezareta derve ya Amerîkayê huşdariyeke tund dabû Tirkiyeyê û ragihandibû ku vê Amerîka dorpêçên gelek dijwar deyne ser Tirkiyeyê.

N: E. G