Dîsa êrîşî karwana hevpeymanan hate kirin

heta niha ti aliyekê berpirsiyartiya êrîşê ne xistiye stûyê xwe.

Ti zirarên êrîşê ne bûne.

Jêderekî ewlekarî li Îraqê ji çapemeniya vê welatî re ragihandiye ku direngiya şeva derbasbûyî li ser rêya serekî ya Zîqarê li başûrê Îraqê, êrîşî ser karwaneke veguhastina pêdiviyên locistîkî ya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê hatiye kirin.

Ev jêderê han diyar kiriye ku teqîn bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye û ti zirarên êrîşê nebûne.

Heta niha ti aliyek berpirsiyartiya êrîşî nexistiye ser xwe.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de bi awayeke rojane êrîşî ser hêzên hevpeymanan tê kirin.

N: E. G