Serokkomarê Îranê keseke jêhatî nebûye

du caran îmtîhan daye û kariye ji sedî 11 bidest bîne.

Rayedarekî Îranî li dijî Reîsî belgeyeke belav dike.

Berpirsê giştî yê Îstîxbarata spaha Pasdaran ya Îranê Husên Tayib li dijî Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî belgeyeke taybet bi dema xwendinê weşandiye.

Li gor belgeya han, Îbrahîm Reîsî di prosesa xwendinê de ne keseke jêhatî û zîrek bûye belku kesekî kêmterxem bûye û bi zorê îmtîhanên xwe derbas kiriye.

Di belgeya han de yaku bi farsî hatiye weşandin, Reîsî qonaxa 6mîn ya seretayî bi zehmetî derbas kiriye, di meha Îlonê de îmtîhan daye û ji sedî tenê kariye 11 puanan bidest bîne.

Belav kirina belgeya han bi armanca sêvik kirina Reîsiye û îstîxbarata spahê li dijî wî di nava liv û tevgeran deye.

N: E. G