Artêşa Îraqî dîsa êrîşî terorîstên DIŞIê kir

di operasiyonê de herî kêm 4 terorîst hatine kuştin.

Li çiyayê Hemrînê pêgehên terorîstan hatin bordimankirin.

Artêşa Îraqê ragihand ku di çarçoveya operasiyonên artêşê yên li dijî terorîstên DIŞIê de, îro careke din balefirên şer yên Îraqê li çiyayê Hemrînê pêgehên terorîstên DIŞIê bordiman kirine.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê, ev pêgehên ku hatine bordimankirin, heman ew pêgene ku terorîstên DIŞIê di êrîşên wan dawî de fêde ji wan wer girtine.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku di encama bordimanê de herî kêm 4 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û çend pêge û navendên terorîstan jî hatine jinavbirin.

Duhê li Kerkûkê balefirên şer yên Îraqê êrîşî ser terorîstên DIŞIê kiribûn.

N: E. G