Îran şerta xwe diyar kir

Serokê Amerîkayê jî dibêje nabe Îran bibe xwedan çekên etomî.

Dibêje emê amadene bo diyalogê.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihandiye ku bo ku Îran vegere ser diyaloga taybet bi bernameya etomî ya Îranê, şert û mercên wan hene.

Îbrahîm Reîsî diyar kiriye ku eger Amerîka tevahiya dopêçên derqanûnî yên li dijî Îranê hilweşîne vê demê Îran amadeye ku dîsa vegere ser maseya diyalogê ya taybet bi bernameya etomî ya Îranê.

Reîsî ev yek diyar kiriye ku dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê tawaneke înasaniye ku ji aliyê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ve li dijî Îran hatiye kirin.

Ji aliyeke din ve, Serokê Amerîkayê Jeo Biden di gotara xwe de yaku li civîna civata giştî ya Netewên Yekgirtî pêşkêş kiribû ragihandibû ku nabe Îran bibe xwedan çekên etomî.

N: E. G