Civîna salane ya Netewên Yekgirtî destpê dike

mijarên serekî yên civînê, korona, keş û hewa û koçberî ne.

Hefteya pêşiya me li New Yorkê destpê dike.

Li gor nûçeyeke ajansa France Pressê, Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ragihandiye ku hefteya pêşiya me civîna salane ya civata giştî ya NY li bajarê New Yorkê destpê dike.

Di civînê de rayedar û Serokên zêdetir ji 100 welatên cîhanê beşdar dibin.

Rixmî hebûna Koronayê, lê îsal civîn bi awayeke raste rast tê lidarxistin û di civînê de behsa çend mijaran bi taybetî qirîza Koronayê û pirsa koçber û penaberan were kirin.

N: E. G