Çend navendên heşda şebî hatin bordiman kirin

hevpeymaniya cîhanî dibêje ti têkiliyeke me bi êrîşê re tuneye.

Li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hatine bordimankirin.

Li gor zaniyariyên berdest, direngiya şeva derbasbûyî çend navendên çekdarên heşda şebî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hatine bordiman kirin.

Ev navendên han li devera Qayîm ya ser bi Ebûlkemalê ve bûne û di encama bordimana han de yaku ji aliyê balefirên nenas ve hatiye kirin gelek kuştî û birîndarên heşda şebî hene.

Her di vê derbarê de hevpeymaniya cîhanî jî diyar kiriye ku ti têkiliyeke hevpeymaniya cîhanî bi êrîşa han re tuneye.

N: E. G