Hewl bo vegerandina Mamûtan tê dayîn

cureya wan Mamûtan niha li cîhanê de nemaye.

Tîmeke zaniyaran dest bi karûbarên pêwîst kiriye.

Tîmek zaniyarên Amerîkî li zanîngeha nûjdarî ya Harvard bi Serokatiya biyolog George Church dest bi pêngaveke gelek girîng û dîrokî kirine.

Ev tîma han kar li ser vê yekê dike ku cureyek ji fîlan yaku bi Mamût tê nasîn û niha nibşa wan li cîhanê de nemaye, dubare ev cureya han vegerîne ser erdên cemsera bakûr.

Bo vê mebestê kompaniyeke nû bi navê Colossal biyobzanist hatiye avakirin û bo cîhbicîh kirina karûbarên pêwîst jî heta niha foneke 15 miliyon dolarî hatiye komkirin.

N: E. G