Îtalya vaksîn dişîne bo Îraqê

heta niha zêdetir ji 1 miliyon kesan vaksîn wergirtine.

100 hezar doz vaksînan dişîne.

Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihandiye ku hikûmeta Îtalyayê biryar daye daku 100 hezar doz vaksînên Koronayê weke hevkarî bişîne bo Îraqê.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê hikûmeta Îtalyayê di çarçoveya COVAX de vê hevkariya Îraqê bike û 100 hezar doz vaksînên Koronayê bo Îraqê bişîne.

COVAX bernameyeke cîhaniye bo hevkarî kirin bo rûbirû bûna Koronayê.

Wezaretê diyar kiriye ku ev vaksînên han di merasîmeke fermî de bi amadebûna balyozê Îtalyayê yê li Bexdayê radestî wezareta tendirostî ya Îraqê hatine kirin.

Weke tê zanîn heta niha li Îraqê nêzî 1 miliyon û 100 hezar kesan her du dozen vaksînê wer girtin.

N: E. G