Êrîşî ser karwaneke hevpeymaniya cîhanî hate kirin

komên çekdar yên derqanûnî wan êrîşan pêk tînin.

Êrîş li Başûrê Îraqê pêk hatiye.

Jêderên ewlekarî yên Îraqê ragihandine ku direngiya şeva derbasbûyî li başûrê Îraqê êrîşî ser karwaneke hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê pêk hatiye.

Ev jêderê han derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nedane û ragihandiye ku karwana ku rastî êrîşê hatiye, pêdiviyên locistîkî yên hevpeymaniya cîhanî veguhestiye û di dema veguhastinê de rastî êrîşê hatiye.

Weke tê zanîn ev êrîşa han piştî vê yekê tê ku beriya du rojan jî komên çekdar bi dorneyan êrîşî ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê kiribûn.

Ji aliyeke din ve li Îraqê rojane êrîşî ser hêzên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê tê kirin. Êrîşên han ji aliyê komên çekdar yên ser bi Îranê ve têne kirin.

N: E. G