PKK dîsa êrîşî ser hêzên pêşmerge kir

derbarê zirarên êrîşê de tu zaniyarî nehatine bidestxistin.

Li çiyayê Metînê êrîşî ser hêzên pêşmerge kiriye.

Serokerkanê wezareta pêşmerge Cemal Emînkî ragihand ku îro şemî danê sibê li çiyayê Metîn çekdarên pkkê dîsa êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine.

Emînkî diyar kir ku ev çend care çekdarên pkkê êrîşî ser hêzên pêşmerge dikin û pêşmerge jî hêzeke fermî û destûriye û mafê xwe heye li her deverê Kurdistan biparêze.

Nav hatî diyar kiriye ku jiber şer û pevçûnên navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê li deverê de bi dehan gund hatine valakirin û zirarên canî û madî jî ber şêniyên wan gundan ketine.

Emînkî derbarê zirarên êrîşa îro ya pkkê de tu zaniyarî nedaye.

N: E. G