Polîs bajarokê Sedir radestî artêşa Îraqê kir

beriya niha ewlekariya bajarokê ji aliyê polîs ve dihat parastin.

Di roja Erefeya cejnê de teqîneke mezin çê bibû.

Li gor çapemeniya Îraqê piştî teqîna roja Erefe ya cejna Qurbanê yaku li bajarokê Sedir ya li Rojhilatê Bexdayê çê bibû, Serokwezîrê Îraqê biryara guhertinê daye.

Li gor biryara han, dosyeya ewlekarî û parastina ewlekariya bajarokê Sedir ji polîsê Îraqê hatiye stendin û radestî artêşa Îraqê hatiye kirin.

Bajarokê Sedir bajarokeke mezine li Bexdayê û piraniya şêniyên bajarokê jî şîe ne û di roja erefeya cejna qurbanê de teqîneke mezin çê bibûû herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G