Amerîka hevkariyên însanî pêşkêşî Îraqê dike

di nava 7 salan de 3 miliyar dolar hevkarî daye Îraqê.

Bi qasî 155 miliyon dolarên din dide Îraqê.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek weşandiye û têde diyar kiriye ku Amerîka berdewam dibe li ser gehandina hevkariyên însanî bo Îraqê.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê, vê hikûmeta Amerîkayê bo gehandina hevkariyên însanî bo aware û koçberên Îraqê berdewam dibe û bo vê mebestê jî niha 155 miliyon dolarên din weke hevkariyên însanî pêşkêşî Îraqê dike.

Di berdewamiya daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku ji sala 2014an ve heta niha Amerîka bi giştî bi qasî 3 miliyar dolar hevkariyên însanî dane Îraqê.

N: E. G