Dîsa êrîşî ser malbeteke Kurd hate kirin

di encama êrîşê de 7 kes birîndar bûne.

Jiber ku bi Kurdî peyvîne êrîşî ser wan hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest duhê li navçeya Afyon ya Tirkiyeyê komteke neteweperestên Tirk êrîşî ser malbeteke Kurd kirine.

Neteweperestên Tirk bi hinceta ku ev malbeta Kurd yaku weke karkerên demsalî çûye Afyonê, bi Kurdî peyvîne, êrîşî ser wan kirine û ji wan re gotine terorîstin.

Di encama êrîşê de herî kêm 7 kes birîndar bûne.

Weke tê zanîn ev êrîşên han yên neteweperestên Tirk bo ser karkerên demsalî yên Kurd berdewamin û hikûmet jî ti tedbîrek li hember êrîşkaran nastîne.

N: E. G