Îsraîl dîsa êrîşî ser çekdarên Îranî kir

SOHR dibêje teqînên gelek mezin çê bûne.

 

Êrîş bo ser pêgehên çekdaran li başûrê Helebê pêk hatiye.

Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê duhê bi şev derdor seat 11 û 30 deqîqeyê şevê balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser çend navend û pêgehên çekdarên Îranî yên li başûrê Helebê li devera Sifire kirine.

Çapemeniya rejîmê behsa vê yekê dike ku êrîş ji aliyê sîstema berevanî esmanî ya Sûriyeyê ve hatiye pûçkirin lê navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê ev nûçe red dike û dibêje di encama êrîşa han de li devera Sifire gelek teqînên mezin çê bûne lê hîn jî zirarên teqînan nehatine zanîn.

N: E. G