Amerîka êrîşî ser karwaneke heşda şebî kir

derbarê zirarên canî de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Li ser axa Sûriyeyê ev êrîş pêk hatiye.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku, îro piştî nîvroyê balefirên bêpîlot yên Amerîkayê, karwaneke tirimbîlan ku hevkariyên leşkerî bo çekdarên heşda şebî di nava xaka Sûriyeyê de li nêzî sînorê Îraqê veguhastine, kirine armanca êrîşên xwe.

Li gor çapemeniya Îraqê di encama êrîşa han de çend tirimbîl hatine jinav birin.

Heta niha derbarê zirarên canî yên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

N: E. G