Çekdarên Îranî dest bi lêdana tonelan kirine

komên çekdar li hember êrîşên Amerîkayê tonelan çê dikin.

Li Sûriye û sînorê Îraqê tonelan çê dikin.

Li gor jêderên nûçeyan, komên çekdar yên ser bi Îranê li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê û di nava axa Sûriyeyê de dest bi lêdana tonelên bin erdê kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku armanca wan komên çekdar yên Îranî xwe parastine li hember êrîş û bordimanên balefirên şer yên Amerîkayê.

Jêder diyar kirine ku niha li navçeya Dêra Zorê li Sûriyeyê, koma çekdar ya Nuceba yaku beşeke ji heşda şebî û ser bi Îranê ye, li hember êrîş û bordimanên Amerîkayê dest kiriye bi lêdan û çêkirina tonelên bin erdê.

N: E. G