466 kesên din bi koronayê ketin

499 berketiyên berê jî baş bûne.

 

8 kes jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 466 kesên di bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 185 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 499 berketiyên berê jî baş bûne û 8 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G