NATO: Em dest bi serdemeke nû dikin

dibêje emê steratejiya xwe ya salên pêş amade dikin.

Komcivîna NATO îro destpê kir.

Îro bi beşdariya rayedar û berpirsên tevahiya welatên endam di peymana NATOyê de, komcivîna NATO ya li biryargeha navendî ya NATO ya li Brûkselê destpê kir.

Beriya komcivîn destpê bike Sekreterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku vê di civînê de NATO bername û steratejiya xwe ya bo salên pêş amade bike.

Jens Stoltenberg diyar kiriye ku di civînê de vê giftûgo li ser metirsî û gefên ser NATO, rewşa ewlekariya cîhanê, têkiliyên navbera endamên NATO, gefên Rûsyeyê û çend mijarên din were kirin.

Nav hatî diyar kiriye ku vê di çaroveya transatlantic de NATO dest bi serdemeke nû bike.

N: E. G