Parlemen hayedariyê dide aliyên siyasî

hewldanên amadekirina destûrê berdewamin.


Duhê roja dawî ya pêşkêş kirina têbîniyan bû.
Sekretariyeta Parlementoya Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya hewldanên amade kirina projeya destûra bingehîn ya Kurdistanê de, aliyên siyasî hatibûn agehdarkirin daku nêrîn û têbîniyên xwe li ser bernivîsa projeya destûrê radestî parlementoyê bikin.
Li gor daxuyaniyê, duhê yekşem dema dawî ya diyar kirîbû lê ti aliyek nêrîn û têbîniyên xwe pêşkêş nekiriye lewre îro dîsa Parlemen bi awayeke fermî û nivîskî bi rêya nunerên wan yên li Parlementoyê, aliyên siyasî hayedar kiriye ku lazime nêrîn û têbîniyên xwe li ser bernivîsa projeya destûra bingehîn pêşkêşî parlementoyê bikin.
N: E. G