Wezîrên Yekîtiya Ewrûpa dê ser girjiya Îsraîl û Filistînê bicivin

civîn roja sêşemê were lidarxistin.

Wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewrupa (YE) dê ser girjiya Îsraîl û Filistînê kom bibin.

Nûnerê Bilind yê siyaseta Ewlekarî û Peywendiyên Derve yê YE’ê Josep Borrell diyar kir wî jiber girjîya gurtir dibe û sîvîlên têne kuştin bang li wezîran kiriye ku ew demûdest bicivin.

Borrell da zanîn ku civîna wezîran dê roja sêşemê bi rêka vîdeo-konferansê çêbe.

Wî got ku wezîr dê ser qedandina girjiya di navbera Îsraîl û Filistînê de danûstandinê bikin.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dê îro yekşemê ser girjiya Îsraîl û Filistînê bicive.

Agahiyên ji jêderên saxlemiyê raber dikin ku ji destpêka girjiya dawî vir ve ji her du aliyan 163 kes hatine kuştin ku ji wan 44 zarok in.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G