Îraq dixwaze pergaleke pêşkeftî ya berevaniyê bistîne

dibêje di nava çend mehên pêşiya me de vê rêkeftin were îmzekirin.

 

Daxwaz tê kirin daku bûdceya berevaniya Îraqê were zêdetir kirin.

Endamê komîteya ewlekarî ya parlementoya Îraqê, Nayif Şemerî ragihand ku lazime bûdceya berevaniya Îraqê were zêdetir kirin daku bi vê rengê jî karînên artêşa Îraqê werin zêdetir kirin.

Nayif Şemerî herwiha diyar kiriye ku lazime Îraq bûdceyê zêdetir bike, daku bikaribin pergaleke nû ya berevaniya asmanî ya bo bihzêtir kirina artêşa Îraqê dabîn bikin û artêşê bihêztir bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku di proje bûdceya 2021an de pere bo pirçek kirina artêşa Îraqê bi çekên pêşkeftî hatiye dabînkirin û di nava çend mehên pêşiya me de bo kirîna sîstemeke berevaniya asmanî vê li gel çend welatan rêkeftin were kirin.

N: E. G