141 kesên din bi Koronayê ketin

6 berketî jî canê xwe ji dest dane.


Wezaretê amarên nû yên Koronayê belav kir.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên Koronayê di nava 24 seatên derbasbûyî de belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 141 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li dihukê hatiye tomarkirin ku 52 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 753 berketiyên berê baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G