Li Îraqê zêdetir ji 4 hezar kesên din bi Koronayê ketin

heta niha bi giştî 15 hezar û 800 kes canê xwe ji dest dane.

 

29 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê 4 hezar û 902 kesên din bi Koronayê ketine û di nava heman demê de 29 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostiya Îraqê herwiha diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 6 hezar û 237 berketiyên berê jî baş bûne.

Heta niha li Îraqê bi giştî 15 hezar û 800 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G