QSD hijmareke karmend binçav kir

di nava îdareyan de gendelî kirine.

Di operasyona têkoşîna li dijî gendeliyê de 10 kes hatin girtin.

Operasyona têkoşîna li dijî gendeliyê ya ku QSD’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin, berdewam dike û di encamê de şaneyek ji 10 kesan hate girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyona têkoşîna li dijî gendeliyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin.

Di encama operasyonê û lêpirsînên ku hatine çêkirin de, sûcên bertîl, sextekariya belgeyan, çêkirina belgeyên sexte û dizî eşkere bûn û bi wê re 10 kes hatin girtin û sewqî dadgehê hatin kirin.

Di vê dawiyê de jî, li Qamişlo û Hesekê kesên ku di saziyên QSD’ê de kar dikirin û di nava şaneyan de kar dikirin hatin girtin, ew jî ev in; D.R.E, S.E.H,  A.O.Ş, M.E.H, G.U.E, K.C.R, D.Ş.Î, S.E.H.S, Î.D.M, Ş.M.T.S. Piştî ku ev kesên ku sûc dikirin hatine girtin, sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G