Wezîrê darayî yê Îraqê bo Parlementoyê tê vexwandin

dibêje hikûmet nikare xwe ji qirîza darayî derbas bike.

Jiber mûçeya karmend û fermanberan tê vexwandin.

Biryare wezîrê darayî yê Îraqê Elî Elawî jiber hin kêşeyan ku taybetin bi mûçeya karmend û fermanberên hikûmeta Îraqê, bo parlementoyê were vexwandin.

Hevpeymaniya Fetih ya li Parlementoya Îraqê ragihandiye ku jiber bi îsrar bûna wezîrê darayî yê hikûmeta Îraqê bo destkarî kirin di mûçeya karmend û fermanberên hikûmeta Îraqê, bo Parlementoyê were vexwandin û niha jî bo vê yekê dest bi kom kirina îmzeyan hatiye kirin.

Hevpeymaniya Fetih herwiha diyar kiriye ku her çend buhaya petrolê bilind bûye lê hîn jî hikûmeta Îraqê nikariye xwe ji qirîza darayî derbas bike.

N: E. G